Ermeniyên li Amedê Noel pîroz kirin

09-01-2023
Abdulselam Akinci
Li navçeya Sûrê y Amedê di Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê de ayîna noelê hat kirin.
Li navçeya Sûrê y Amedê di Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê de ayîna noelê hat kirin.
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Ermeniyên Amedê piştî 7 salan yekem car e li Dêra Surp Giragosê Noel  pîroz kirin.

Li navçeya Sûrê y Amedê di Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê de ayîna noelê hat kirin.

Surp Giragos yek ji dêra herî mezin û giring a li Rojhilata Navîn a Ermeniyan e ku dîroka wê vedigere berî niha zêdetirî 500 salan. Di serdema pevçûnên xendekan de Surp Giragos zirarek mezin dîtibû û ji 2015an vir ve girtî bû û lê ayîn nedihat kirin.

Bi alîkarîya Wezareta Çandê ya Tirkiyê û çend weqfan dêr hat restorekirin û di 2022an de hat vekirin.

Piştî 7 salan yekem car lê merasima noelê hat kirin. Ermenên cîhanî berovajiyê giştî Kristîyanan noelê hersal di 6ê çile de di roja waftîzbûna Hz. Îsa de pîroz dikin. Ermeniyên Amedê jî ku hejmara wan bi giştî 50-60 kes in li Dêra Surp Giragos cejna jidayîkbûna Hz Îsa pîrozkirin.

Rêvebirê Weqfa Ermenan a Amedê Gafûr Ohanyan got: “Sersala temamê Krîstîyanan di 25ê meha 12an de destpê dike. Em weke Ermênî tev di 6ê vê mehê de cejna xwe pîroz dikin. Mîlat li gor jidayîkbûna Hz. Îsa hatiye kifşkirin. Ji ber di şeşe mehê de Hz. Îsa waftîz bûye Ermenî dibêjin li gorî me ew roj roja sersalê yaa mîladê ye.”

Her çend yek ji netewên hêrî kevin ên Amedê Ermen bin jî di nav demê de ji ber sedemên cûda cûda hejmara wan li Amedê gelek kêm bûye. Niha bi giştî  Ermenên Amedê 50-60 kes mane ku hem jî Ermen bi xwe vê yekê wek cilmisandina rengêk herî xweş ê Amedê bi nav dikin û xemginiya xwe tînin ziman.

Hunermendê Ermenî yê Amedî Udî Yerwant ji Rûdawê re got: “Niha tu bipirsî bêjî keke Yervant tu kêfxweşî? Na welleh ne kêfxweş im. Bi hezaran Ermenî hebûn li Amedê, lê niha em mane du-sê kes, çar kes, deh kes. Yanî ez dikarim niha liv ir ji te re bigrîm jî.”

Welatya Ermen a Amedî Kinar Ohanyan jî got: “Weke cejna Kurdan ew çawa cejnê xwe pîroz dikin em jî tên li dêra xwe Xaça xwe dikşînin pîrozbahî li hev dikin. Delal derbas dibe.”

Welatîyê Misilman Henîfî Eren jî got: “Li vê Kilîsê wextek geştir, zêde qelabalix ayîn dihatin kirin, em veya dizanin lê niha ji derve tên li vê derê ayîn dikin û diçin ev ji bo me kêmasîyek mezin e.”

Niha Dêra Surp Giragos ji bo hejmara kêm a Ermênên Amedê piştî 7 salan carek din bû yek ji navendên herî girîng ku ew ji bo berdewamîya çanda xwe li bicivin û merasimên xwe yên olî bikin û di xeyalên paşerojê de derkevin rêwîtiya bîranînên bav û kalan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst