Kobanî: Li ser Kaşê Miştenûr depoyeke avê tê çêkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo nehiştina pirsgirêka avê li Kobanî, Rêveberiya Xweser depoyeke mezin a avê li Kaşê Miştenûrê ava dike.
Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Şaredarî û Jîngehê li Herêma Firatê ragihandiye, dest bi avakirina depoyeke mezin a ava vexwarinê li kaşê Miştenûrê kiriye.
Li gor agahiyan, ew depoya avê dikare 1000 metrekûp avê enbar bike.
Hevserokê Desteya Avê li Kobanî Mesûd Bozî ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re ragihandiye, heta niha du qonaxên avakirina wê depoya avê temam bûne û proje niha di qonaxa xwe ya sêyem de ye.