Li Semsûrê û Xarpêtê di bûyerên trafîkê de 10 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Semsûrê û Xarpêt yên Bakurê Kurdistanê di du bûyerên trafîkê de 10 kes birîndar bûn.

Li parêzgeha Semsûrê îro yekşemê 8ê Çile 2023ê li ser rêya di navbera Semsûr û navçeya Bêhiştê otomobîlek wergeriya û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê, polîs, cendirme û tîmên berevaniya şaristaniyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gorî agahiyan 6 kesên di bûyerê de birîndar bûn bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin û rewşa birîndaran baş e.

Herwiha bi awayek demkî rê li hatin û çûnê hatiye girtin û piştî rakirina otomobîla wergeriyayî dîsan rê hatiye vekirin.

Li Parêzgeha Xarpêtê jî her îro otobusekê û otomobîlekê li hev dan û di encamê de 4 kes birîndar bûn

li sê rêya Çaydaçira otobusekê û otomobîlekê li hev dane û di encamê de 4 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin û birîndar bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin.