Termên 3 Kurdên li Rojhilat canê xwe ji dest dabûn li Wanê hatin veşartin

08-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termên 3 welatiyên Kurd ên ji parêzegeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku di bûyereke trafîkê de li navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dabûn, îro 8ê Çileya 2023ê li Wanê hatin veşartin.

Welatiyên ji parêzgeha Wanê, Mizbah Hukerek ê 44 salî û birayên wî Mahmut Hukerek ê 23 salî û Serhat Hukerek ê 18 salî û hevalê wan Îrfan Akgul ê 44 salî ku ji bo kirîna tiştan çûbûn Rojhilatê Kurdistanê, roja Îniyê 6ê Çileya 2023ê di dema vegerê de otombîla wan û barhilgirek li hev qelibîbûn.

Di encama bûyerê de Mizbah Hukerek û birayê wî Mahmut Hukerek û hevalê wan Îrfan Akgul canê xwe ji dest dan û Serhat Hukerek jî birîndar bû.

Piştî temambûna karên fermî li Rojhilatê Kurdistanê, termên her 3 welatiyên Kurd li Deriyê Sînorî yê Razî-Kapikoyê ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin.

Termên wan welatiyan bo gundê Mêrgehê yê navçeya Qelqeliyê (Ozalp) hatin birin û li wir bi amadebûna girseyeke xelkê hatin veşartin.

Herwiha hat zanîn Serhat Hukerek jî li Rojhilatê Kurdistanê piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst