Li Rihayê pevçûn: Kesek mir û jinek jî bi giranî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du grupan de şerê bi çekan çêbû û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û jinek jî bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyan 8ê Çileya 2023an li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ve ji ber sedemeke nayê zanîn di navbera du grûpan de pevçûn çêbûye û di nav pevçûnê de kesekî nasnameya wî ne diyar bi guleyan barandiye û di encam de li cihê bûyerê kesekî bi navê Yuksel G. canê xwe ji dest daye û jinek bi navê Elif S. jî bi giranî birîndar bûye.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê kesa birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatiye veguhestin. Lê li gor zanyariyan rewşa wê di metirsiyê de ye.

Li gor zanyariyan ji bo girtina kesên peywendiya wan bi pevçûnê re heye lêgerîn berdewam e.