Nexweş daxwaza vekirina deriyê Pêşabûr-Sêmalka dikin

08-01-2022
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ji 15ê Çileya 2021an v hatiye girtin
Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ji 15ê Çileya 2021an v hatiye girtin
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Ji 15ê meha borî ve deriyê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê girtî ye beşek ji nexweşan daxwaza vekirina derî dikin.

Girtina Deriyê Pêşabûr - Sêmalka bûye sedem, ku gelek nexweş ji Rojavayê Kurdistanê nikaribin biçin Herêma Kurdistanê, û neştergeriyan ji xwe re bikin. Herwiha kar û jiyana xelkş asteng bûye

Nexweşek ji Rûdawê re dibêje, ku ew ji bo çûna Herêma Kurditanê ji Helebê hatiye Qamişlo, û heta ku belgeyên derbasbûnê temam kirin, derî hate girtin, û pêwîstiya wî bi encamdana neştergeriyê heye.

Elî Aştî yê 56 salî ku xelkê bajarê Efrînê û nişteciyê taxa Şêx meqsud ya Helebê ye, pêwistiya wî ya lezgîn bi encamdana neştergeriya dil heye, di 9 meha Kanûna 2021an çûbû bajarê Qamişlo da ku bê Herêma Kurdistanê û li wir neştegeriyê encam bide, lê roja ku razîbûna desteya tenduristiyê bi dest dixe, derî tê girtin.

Nexweş Elî Aştî dibêje: “Ez dê çûbama Başûr ji ber ku rewşa min a tenduristî nebaş e, li Helebê daxwaza neştergeriya vekirina dil li min hat kirin ku bi çend milyonane. Min pirs kir ji hevalan ji min re gotin li Başûr jî heye, min got ez dê biçim, lê derî hat girtin û niha em li bende ne.”

Di dawiya meha derbasbûyî de 5 partiyên kurdî PYD û Partiya Çep û Partiya Çep a Demokrat û Partiya Aştiyê û El Partî, destpêşxeriyek pêşkêşî Fermandarê Giştî yê HSDê û Cîgirê Şandeyê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê kirin û têde daxwaz kirin, derî ji nakokiyê siyasî bê dûrxistin, lê heya niha bê encam bû.

Ji aliyekê din ve, Sekreterê Partiya Çepa Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji Rûdaw re got, ku wan daxwaz ji nûnerê Amerîka kiriye, ku hewl ji bo vekirina deriyê Pêşabûr - Sêmalka bide, û ew li hêviya bersivê ne.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo got: “Me balyozê Amrîkî dît, me rewş jê re got û me daxwaz kir Amerîka wek dosta herdu aliyan destwerdanê bike, û rolekê bilîze daku derî bê vekirin. Wan ji me re got, dê hewl bidin û aliyên peywendîdar bibînin, lê heya niha jî bersiva me nedane.”

Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ji sala 2013an ve rêyeke sereke û girîng e di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, lê ji 15ê Çileya 2021an ve, ew derî hatiye girtin. Sedema girtina derî jî, êrîşa grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û hejmareke kesên din li aliyê Rojavayê Kurdistanê bo ser wî derî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst