Serok Barzanî û Falih Feyaz civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li gel Serokê Tevgera Eta û Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê civiya.

 

Roja duşembiyê 7ê Çileya 2019ê li bajarokê Selahedînê, serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Eta û Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Falih Feyaz kir.

 

Li gor daxuyaniya civînê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên dawî yên temamkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

 

Di beşeke din a vê civînê de, tekezî li ser hemahengiya navbera herdu aliyan di proseya siyasî ya Iraqê de û çareserkirina kêşeyan hate kirin.