Barzanî û Yildirim peyamên giring dan
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana şanda Tirkiyê ya ji bowlêrê weke nîşana piştgiriyeke giring nirxand û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî behsa pirigiya pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan kir.
Şanda Tirkiyê ya di bin serokatiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim de li Ofîsa Serokwezîriyê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cigirê Serokwezîr Qubat Talabanî û wezîrên Herêma Kurdistanê hate ba hev.
Paşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê Barzanî û Yildirim civîneke çapemeniyê pêkanîn.
Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe pêş ve bibin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana şanda Tirkiyê weke piştgiriyeke giring ji bo Herêma Kurdistanê nirxand û got; “Em bi xweşhalî pêşwaziya vê serdanê dikin, ev yek piştgiriyeke dewlet û gelê Tirkiyê ji bo Kurdistanê ye.”
Serok Barzanî herwiha got; “Em hemû bi karesata terorê re rûbirû mane. Ji bo têkbirina terorîstan pêwîstî bi hemahengiya piralî heye. Niha li eniyên me terorîst hatine têkbirin û darbeyeke mezin xwarine û em hêvîdar in li hemû eniyan terorîst bên têkbirin.”
Barzanî derbarê pêwendiyên ligel Tirkiyê jî diyar kir, “Em amade ne di hemû waran de hevkarî û pêwendiyên xwe pêşve bibin.”
Yildirim: DAIŞ, PKK û FETO tenê ne pirsgirêkên herêmî ne
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî amaje bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya di 23-24ê Tebaxa 2016ê de ya ji bo Enqerê giring nirxand û got; “Piştî kûdetaya 15ê Tîrmehê ev serdan pir giring bû. Di vê serdanê de we helwesteke eşkere nîşan da li hember rêxistina FETOyê. We piştgiriya xwe ya ji bo gelê Tirkiyê nîşan da.”
Bînalî Yildirim eşkere kir, ku li Bexda û Hewlêrê civînên giring pêk anîne û wiha berdewam kir;
“Em dikarin çarçoveya hevdîtinên xwe di bin du sernavan de rave bikin. Mijarek tekoşîna hevbeş a li dijî terorê û mijara duwemîn jî pêwendiyên aborî û ewlekarî û aramiya herêmê de bû, ku em dikarin zêdetir li ser van mijaran kar bikin.”
Yildirim diyar kir, ku tekoşîna li dijî DAIŞê, mijara PKK û FETOyê ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, herwiha pirsgirêka Iraqê, Herêma Kurdistanê û Sûriyê ye jî û wiha axivî;
“Ji aliyekê ve li vir ji bo paqijkirina Mûsilê operasyonek li dijî DAIŞê heye. Artêşa Iraqê bi piştgiriya pêşmerge û hevpeymanan vê operasyonê dike û Tirkiye jî piştgiriyê dide operasyonê. Ji aliyê din ve Tirkiye li Sûriyê bi Operasyona Mertala Firatê li dijî DAIŞê operasyonekê mezin dimeşîne. Armanca me ya hevbeş kontrolkirina DAIŞê ye, ku ev rêxistin bûye belayê serê gelên herêmê û cîhanê. Divê civaka navdewletî zêdetir alîkarî bide. Hûn alîkariyê didin koçberên iraqî. Tirkiye jî deriyê xwe ji 300 hezar iraqiyan re vekiriye.”
Yildirim: Çalakiyên PKKê nayên qebûlkirin
Serokwezîrê Tirkiyê derbarê hebûna PKKê ya li Şingalê de jî got; “Çalakiyên PKKê yên ji ser axa Iraqê re li hember Tirkiyê nayên qebûlkirin. Ji bo pêşiya vê yekê bê girtin, çi pêwîst be dê bê kirin. Herwiha em qebûl nakin ku PKK ber bi Şingalê ve belav bibe û li wir bicîh bibe. Ev pirsgirêkeke ewlekariyê ye û ne tenê ya Tirkiyê, ya vê herêmê û Iraqê ye jî. Divê em li vir kareke hevbeş bikin. Me ev yek ji dostên xwe yên ewropî û amerîkî re jî rave kir.”
Bînalî Yildirim derbarê xebatên PYDê yên li Rojavayê Kurdistanê de jî daxuyand, ku ew qebûl bikin PYD li Sûriyê xwe bisepîne û daxwaza xwe pêk bîne.
Yildirim got; “Çi navî li xwe dikin bila bikin. Em dizanin, ku PYD û YPG dirûvên PKKê ne. Ji bo her çalakiyeke xwe navekê li xwe dikin.”
Yildirim: Zor spas
Di mijara pêwendiyên aborî de jî Bînalî Yildirim da zanîn, ku wezaretên pêwendîdar kar li ser dikin û dê di mijara aboriyê de jî di Çileya îsal de komîsyonek bê avakirin.
Yildirim got; “Ji bo pêşxistina pêwendiyên aborî li gel Hewlêrê dê di meha Çileyê de korbendek bê sazkirin. Ji bo pêşxistina bazirganiyê û herwiha rakirina pirsgirêkên li pêşiya mijarên aborî dê gavên pêwîst bên avêtin.”
Bînalî Yildirim di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir, ew dixwazin di mijara tendurustiyê de jî kar û hevkariyê li Hewlêr û Bexdayê bikin. Herwiha di mijarên enerjî, veguhestin û xwendinê jî heman karên hevbeş bên kirin.
Serokwezîrê Tirkiyê ji ber daxistina dibistanên FETOyê jî careke din spasiya rêveberiya Herêma Kurdistanê kir.
Bînalî Yildirim di dawiya axaftina xwe de jî bi kurdî got; “Zor spas.”