Almanya Hêzên Pêşmerge li ser çekên kîmyawî perwerde dike
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo xweparastina ji çekên kîmyawî, arteşa Almanya, hêzeke taybet a Wezareta Pêşmerge ku ji 15 pêşmergeyan pêktê li welatê xwe perwerde dike.
Li Akademiya Artêşa Almanya li bajarê Zonthofin ku dikeve başûrê Almanyayê, Berpirsyarê Hêzên Berevaniya ji Çekên Kîmyawî li Wezareta Pêşmerge, Raid Îslam Çalî, ji Rûdawê re ragihand ku ew 15 pêşmerge û efserên ser bi hêza berevaniya kîmyawî ya girêdayî Wezareta Pêşmerge ne, ji bo xweparastina ji çekên kîmyawî dê ji aliyê artêşa Almanya ve bêne perwerdekirin.
Raid Îslam Çalî herwiha got, hêza berevaniya kîmyawî niha li dû cihan têne perwerdekirin, 15 kes li Almanya û 70 pêşmerge û 6 efser jî li Silêmaniyê ji aliyê pisporên artêşa Iraqê ve têne perwerdekirin.
Akademiya Leşkerî ya Zonthovin sala 1934an di serdema desthilatdariya Adolf Hîtler de hatiye avakirin û taybetmendiya xwendin û perwerdekirina cure û awayên gaz û çekên kîmyawî wergirtiye.