Mezlûm Ebdî derbarê Dêrezorê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan li Dêrezorê efûya giştî derxistiye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê Dêrezorê daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ji ber ku hêzên me li Dêrezorê ji bo ewlehiya herêmê di nava guherînên meydanî de bi pêşde diçin, em li wan herêman efûyeke giştî bê îstîsna îlan dikin.

Em bangî  her kesî dikin ku ji bo parastina ewlehî û aştiyê hevkariyê bikin.

Em pişta xwe didin rola xelkê û eşîran ku pêşiya aloziyê bigirin û herêmê biparêzin. Hêzên me li pişta we ne."

Doh artêşa Sûriyê û komên çekdar ên nêzikî Îranê ji parêzgeha Dêrezorê ya li rojavayê Feratê vekişiyabûn û hêzên HSDyê bajar kontrol kiribû.