Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser şer û pevçûnên li Sûriyeyê got, “Em hêvîdar in ku pêşhat û guherînên Sûriyeyê di encamê de bibin sedema wê yekê ku guftûgo û hevtêgihiştin bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan.”
Serok Mesûd Barzanî li ser şer û pevçûnên li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Serok Barzanî hêvî kir ku hemû alî bi diyaloga aştiyane bigihîjin rêkeftinekê.
Herwiha Barzanî tekez kir divê ew rêkeftin di xizmeta berjewendiyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê de be û aştî û aramiyê pêk bîne.
Serok Mesûd Barzanî daxuyaniya xwe de wiha got:
"Bi girîngiyeke mezin em rûdan û guherînên vê dawiyê yên ku li Sûriyeyê rû didin dişopînin.
Ji ber ku ew pêşhate û rûdan bandoreke rasterast li ser çarenivîsa siyasî, ewlehî û aramiya Sûriye û hemû herêma me heye.
Em hêvîdar in pêşhate û guherînên Sûriyeyê di encamê de bibin sedema wê yekê ku guftûgo û hevtêgihiştin bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan û reftareke wiha encam neyê dayîn ku nakokî û giriftên neteweyî û eşîrî li nav pêkhatên Sûriyeyê de kûr bike.
Her wiha em hêvîdar in ku hemû alî bi awayekî aştiyane bigihîjin peymaneke ku li berjewendiya hemû pêkhatên Sûriye û pêkvejiyan û aştî û aramiyê de be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse