Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî: 839 malbatên Kurd vegeriyane Efrînê

07-12-2024
RÛDAW
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Birêvebiriya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ragihand ku ew pêşwaziya Kurdên ku vedigerin Efrînê dikin û heta niha 4 hezar û 100 kes vegeriyane Efrînê.

Endamê Desteya Birêvebiriya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî da zanîn ku hinek Erebên hawirde ji malên Kurdan dernakevin.

Endamê Desteya Birêvebiriya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî ji Rûdawê re got:

“Em bi rêya du komîteyên Kurdên Efrînî yên ku ji Şehbayê vedigerin bajarê xwe pêşwazî dikin.”

Tevî dabînkirina xwarinên bilez, Komîteya Tenduristiyê ya Dezgeha Barzanî pişkinîna welatiyên ku vedigerin Efrînê dike û ji bo ku alîkariyên zêdetir pêşkêş bikin navên wan tomar dikin.

Endamê Desteya Birêvebiriya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî her wiha da zanîn:

“Heta niha 839 malbat vegeriyane ku 4 hezar û 100 kes in.

Kurdên ku vedigerin Efrînê hinek li bajêr bi cih dibin, hinek ji wan vedigerin gund û navçeyan lê hinek ji wan ji aliyê Erebên hawirde ve li rastî pirsgirêkan tên.”

Rewac Hacî destnîşan kir ku beşek ji Erebên hawirde ji Laziqiye, Dêrezor, Heleb û deverên din hatine û heta niha li Efrînê di malên Kurdan de hatine bicihkirin.

Hacî diyar kir hinek ji wan vedigerin lê hinek jî ne amade ne ku vegerin û anî ziman:

“Kes neçûye nav kampan, ên ku malên wan ne amade ne li malên xizmên xwe dimînin.”

Li Efrînê 6 navçe û 366 gund hene, piraniya şêniyên wê piştî ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hat dagirkirin koçber bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst