Şer gur bû: 150 hezar Kurd koçber bûn

07-12-2024
RÛDAW
Nîşan Şer Tebqa Reqa Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê heta niha zêdetirî 150 hezar Kurd koçber bûne.

Koçberên Kurd ên ji Şehba û Til Rifetê ku piraniya wan ji Efrînê ne piştî ku komên çekdar êriş kir berê xwe da Tebqayê.

Li bajarê Tebqayê yê li rojavayê parêzgeha Reqayê bi hezaran Kurd di konan de dijîn.

Ew ji ber şerekî reviyabûn lê niha bi şerekî nû re rû bi rû mane.

Koçberê Şehbayê Mihemed Bîlal got:

“Em ji Şehbayê hatine lê otomobîl bi me re nebû.

Em bi pêyan hatin û rê jî ne hêsan bû. Çekdarên Cebheya Nûsrayê hemû rê girtibûn, heta ku em gihiştine vê derê.”

“Hejmara wan zêdetirî 250 hezarî ye”

Koçberê Şehbayê yê bi navê Şerîf jî anî ziman:

“Li vê derê av nîne, xizmetgûzarî nînin û alîkarî jî bi yeksanî nayên dabeşkirin.

Ji bo hinekan tên dayîn û ji bo hinekan nayên dayîn.

Ji hinek kesan re sê betanî hatine dayîn û em jî heft, heşt kes in, tenê betaniyeke me heye.”

Li gorî Rêveberiya Xweser, heta niha zêdetirî 150 hezar Kurd ji navçeyên bakurê Helebê koçber bûne ku piraniya wan xelkê Efrînê ne û ev cara duyemîn e ku koçber dibin.

Ji wê hejmarê 100 hezar ji wan berê xwe daye navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de û zêdetirî 45 hezar kes jî vegeriyane Efrînê.

Ev ji bilî bi hezaran Kurdên din ku li Helebê mane.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlum Ebdî da zanîn:

“Li taxên Helebê hejmareke zêde ya Kurdan heye û hejmara wan zêdetirî 250 hezarî ye.

Ew di bin metirsiyê de ne û hatine dorpêçkirin. Hêzên me yên xwecihî li wan taxan hene û bixwe xelkê wan taxan in.

Ew xelkê wan taxan diparêzin. Em dixwazin pirsgirêka Kurdên taxên Helebê di çarçoveya rêkeftinekê de bi rêya diyalogê çareser bikin ku ew xelk li cihên xwe bimînin û nasnameya Kurdî biparêzin.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê nû yê li Sûriyeyê ya ji 27ê Çiriya Paşîn ve zêdetirî 280 hezar kes ji navçeyên bakur, rojava û navîn ên Sûriyeyê koçber bûne.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da û diyar kir, dibe ku hejmara koçberan bigihe zêdetirî milyonekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst