Erzirom: 37 koçber û 7 qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê 37 koçber û 7 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li parêzgeha Erziromê operasyoneke rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan daye destpêkirin.

Di operasyonê de li parêzgehê çend otomobîl û barhilgirên ku qaçaxçîtiya koçberan dikin hatin destnîşankirin.

Roja înê otomobîlek û barhilgireke ku barê wê ka bû hatin rawestandin.

Di her duyan wesayîtan de 37 koçber hatin desteserkirin.

Her wiha 1 jê Efxan 7 qaçaxçiyên koçberan jî hatin desteserkirin.

Tîman koçberên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê bir Navenda Vegerandina Koçberan.

Her 7 qaçaxçî jî bi biryara dadgehê bi tohmeta “ qaçaxçîtiya mirovan” hatin girtin.