Mesrûr Barzanî Balyoza Awistralyayê ya Îraqê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyoza Awistralyayê ya Îraqê Paula Ganlyê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr spasiya hewlên Balyoza Awistralyayê yên ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê di erkê wê de xwest.

Balyoza Awistralyayê ya Îraqê Paula Ganlyê amadehiya welatê xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re di warê veberhênan û bazirganiyê de nîşan da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de got:

“Di civînê de behsa dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hate kirin û tekezî li ser şandina meaşên karmendan hat kirin da ku êdî mafên wan neyên binpêkirin.”