Serkirdeyê berê yê El-Partiyê koça dawiyê kir

07-12-2023
Zekeriya Mistefa koça dawiyê kir / Wêne: Ji ber dîmenan
Zekeriya Mistefa koça dawiyê kir / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Zekeriya Mistefa El-Partî Koça Dawiyê Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê berê yê Partiya Demoqrata Kurd a Sûriyeyê (El-Partî) Zekeriya Mistefa koça dawiyê kir.

Zekeriya Mistefayê ku bi navê Zekiyê Maratê dihat naskirin, sala 1940î li gundê Maratê yê Efrînê ji dayik bûbû.

Sala 1957an daxwaza xwe ji bo tevlîbûna Partiya Demoqrata Kurd a Sûriyeyê ku wekî “El-Partî” dihat naskirin pêşkêş kiribû lê ji ber ku 17 salî bû daxwaza wî sala 1958an hatibû pejirandin.

Zekeriya Mistefa piştî ku çar salan wekî wekî endamê komîteya xwecihî xebitî, wekî endamê komîteya herêmî hat hilbijartin.

Sala 1972yan yekem kongreya El-Partiyê li herêma Bamernê ya Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin û  Zekeriya Mistefa wekî endamê komîteya navendî ya partiyê hat hilbijartin.

Piştre li gel şandeyekê li herêma Hacî Omeranê çû serdana Mele Mistefa Barzanî.

Sala 1973yan piştî ku hin hevalên wî yên endamên partiyê hatin girtin û ji ber lêgerîna hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ew neçar ma ku xwe veşêre.

Zekeriya Mistefa piştre sala 1975an careke din berê xwe da Başûrê Kurdistanê û demekê li wir ma.

Zekeriya Mistefa wekî kesayetiyekî navdar li herêma Efrînê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê dihat naskirin.

Zekî Maratê (Zekeriya Mistefa) 5ê vê mehê di 83 saliya xwe de li gundê Maratê çû ser dilovaniya xwe û bi merasîmeke rêzgirtinê, li goristana gundê xwe hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst