Du xwişkan xwe li Cizîrê avêtibû çem, cenazeyê yekê li Sûriyeyê hat dîtin

07-12-2023
Nîşan Çemê Dîcleyê Şirnex Cizîr Sûriye Xwişk Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê Zelîn Çalişa 14 salî li gundê Henayê yê Sûriyeyê hat dîtin.

Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 27ê Çiriya Paşînê du xwişkên bi navên Zelîn û Zîlan bi destê hev girtibû û xwe avêtibû Çemê Dîcleyê.

Zîlan Çalişa 16 salî heman rojê hat rizgarkirin lê Zelîn ji wê rojê ve winda bû.

Li gorî nûçeya DHAyê cenazeyê Zelînê piştî windabûna wê bi 10 rojan li gundê Henayê yê Sûriyeyê hat dîtin.

Hat ragihandin ku gundiyan cenazeyê wê dîtiye û dê cenaze veguhêzin Bakurê Kurdistanê.

Apê Zîlan û Zelînê da zanîn ku her du xwişk 8 salan dûrî dê û bavê xwe mane û wan ji ber vê yekê xwe avêtiye çêm.

Li aliyê din, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) jî da zanîn ku cenazeyê Zelînê li gundê Henayê hatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst