Erdogan li ser bombebaranên artêşa Tirkiyeyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe ragihand ku ew bi ti awayî rê nadin “statûyeke terorê”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja çarşemê piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.

Erdogan amaje bi operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê da û got:

“Li bakurê Sûriyeyê li wan navçeyên ku me ji terorîstan paqij kirine keşûhewayê aram û ewlehiyê serwer e.

Înşalah dawiya dawî em dê di serî de Til Rifat, wan qadên nêzîkî sînorê me yên ku terorîst lê kom bûne jî ewle bikin.”

Erdogan tekez kir ku dê operasyonên wan berdewam bin û got:

“Em bi operasyonên xwe yên esmanî û bejahî yên bi armanca guvaşa li ser terorîstan berdewam zêde dikin. Me di nav sînorên xwe de rêxistina dabeşker aniye asta nehiştinê.

Em li ser rizgarkirina Tirkiyeyê bi temamî ji belaya terorê bi biryar in ku 40 sal berî niha, berê wê dane miletê me.”

Serokkomarê Tirkiyeyê ji bilî “operasyonan” behsa rûbirûbûna enflasyonê jî kir û got:

“Proseya herî zehmet li paş ma. Em enflasyonê hêdî hêdî kontrol dikin.”

Erdogan di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser pêşhatên dawî yên şerê Hemas û Îsraîlê jî û got:

“Îsraîl helbet dê hesabê bide. Rêveberên Îsraîlê zû yan dereng dê li dadgeha mirovayetiyê bên darizandin û cezayê ku heq dikin wergirin û bi vê jî dê cihê xwe di zibildanka dîrokê de bibînin.

Welatên rojava jî ku vê wêrekiyê didin Netanyahu dê heman çarenivîsê parve bikin.”

Topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi hinceta PKKyê berdewam in.