Li Wanê otomobîlekê da nav keriyê pez: 17 mih mirar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li keriyek pez qelibî û 17 mih mirar bûn.
Şeva borî li ser rêya navçeyên Bêgirî û Çaldiranê yên Wanê li nêzîkî gundê Hereşikê otomobîlek li keriyek pez qelibî ku di rê re derbas dibû.
Li ser agahdarkirinê tîmên Şaredariya Bêgiriyê çûn cihê bûyerê û pezên mirarbûyî bi kepçeyê ji ser rê hatin rakirin.
Herwiha li parêzgeha Colemêrgê jî guran êrişî keriyek pez kir û di encamê de 65 mih mirar bûn.