Xarpêt: Kargehek 2 qatan bi qasî pêwîstiya xwe elektrîkê ji rojê berhem tîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê kargeheke çêkirina mobîlyayan elektrîka hemû amûrên ku li kargehê tên bikaranîn ji enerjiya rojê tê dabînkirin.

Xwediyê kargehê Îbrahîm Halîl Bayrak anî ziman:

“Hebûna Santrala Enerjiya Rojê li kargehekê ji bo berdewamî û geşedana wê kargehê gelekî girîng e.

Em ji sedî 100ê elektrîka kargeha xwe ji santrala enerjiya rojê berhem tînin, em bi qasî wê jî ji berhemanîna elektrîkê qezencê bi dest dixin.”

Berê xerciya elektrîkê ya kargehê salane 800 hezar lîreyên Tirkî, nêzîkî 28 hezar dolar bû.

Xwediyê wê mehane bi zehmetî fatureyên elektrîkê dida.

Di çarçoveya projeyekê de 600 panelên tavê li ser banê kargeha xwe danîn.

Niha ji wan panelan 2 caran bi qasî pêwîstiya kargeha xwe elektrîkê berhem tîne û ya zêde jî difiroşe.

“Sûdeke zêde digihîne me”

Xwediyê kargehê Îbrahîm Halîl Bayrak herwiha got:

“Em mehane bi awayekî navendî 30 hezar kîlovat demjimêr elektrîkê berhem tînin.

Em 15 hezar kîlovat demjimêrên wê ji bo kargeha xwe bikar tînin û 15 hezar kîlovat demjimêrên wê jî difiroşin Kompanyaya Elektrîkê ya Firatê.

Ev jî ji bo kargeha me dibe piştevaniyeke mezin. Ew pereyên ku em ji vê derê qezenc dikin di warê mûçeyê karmend û xerciyên din de sûdeke zêde digihîne me.”

Xerciya projeya berhemanîna elektrîkê ji enerjiya rojê ji bo vê kargehê 2,6 milyon lîreyên Tirkî ye ku dike derdora 90 hezar dolarî.

Ji sedî 55ê wî pereyî jî bê beramber ji aliyê Saziya Piştevaniya Geşedana Gundewaran û Çandiniyê ve hatiye dabînkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sûdwergirtina ji enerjiya nû ji bo berhemanîna elektrîkê her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî amaran sala 2010ê rêjeya enerjiya ji tav û bayê di nav tevahiya elektrîka ku tê berhemanîn de tenê ji sedî 1.4 bû lê ew rêje îsal gihiştiye ji sedî 16an.