Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê Serokê Şaredariya Amedê hilweşand

07-12-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Adnan Selçuk Mizrakli Dadgeha Bilind a Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçuk Mizrakli ku hatiye girtin û qeyûm li cihê wî hatiye danîn, li gor agahiyên parêzerên wî dane, biryara cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve hatiye hilweşandin. Lê 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryarê cîbicîh nake.

Parêzerê Mizrakli Muhsîn Bîlal dibêje: “9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbakirê, cezayê 9 sal û 4 meh û 15 rojan dabû Mizrakli. Me îtiraz kir, lê hat redkirin. Piştre me daxwaza xwe gihand Dadgeha Temyîzê û bi wê riyê me daxwaza lêkolîna dosyayê ji Dadgeha Bilind kir. Hat qebûlkirin û kar li ser hat kirin.”

Parêzerê Mizrakli dibêje, Fermangeha 3ê ya Dadgeha Bilind a Tikriyê piştî lêkolînan bal kişand ser kêmasiyên di lêkolînên 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de û biryara hilweşandina cezayê zindanê yê li ser Mizrakli da.

Dr. Adnan Selçuk Mizrakli, roja 31ê Adara 2018ê bi rêjeya %62.93ê dengan bidest xistin û wek Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû hilbijartin. Roja 17ê Nîsana heman salê bi fermi dest bi kar kir.

Muhsîn Bilal herwiha bal kişand ser wê yekê ku piştî derketina vê biryarê, daxwaznameya azadkirina wî radestî dadgehê hatiye kirin, lê dadgehê ligel biryara Dadgeha Bilind jî, qebûl nekiriye Mizrakli azad bike.

Mizrakli, ji ber beşdarbûna çalakiyeke rêkxistina HDPê ya Amedê, belavkirina twittekê derbarê darvekirina çalakvanê Kurd Ramîn Husên Penahî li Îranê, beşdarbûna şênekê, beşdarbûna civîneke çapemeniyê derbarê oparasyona siyasî ya ser HDPê, beşdarbûna konferanseke HDPê bi navê ‘Kirîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ û beşdarbûna grevê bo rakirina guşara ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, bi tohmeta ‘propagandeya terorê’ li dadgehê dosyayek li ser hatiye amadekirin.

Mizrakli, 19ê Tebaxa 2019an ligel Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe bi biryara Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji postên wan hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatin danîn. Piştî sê mehan bi tohmeta endambûn û propagandeya “terorê” hat girtin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst