Li Erdexanê di du bûyerên trafîkê de sê kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê di du bûyerên cuda yên trafîkê de 3 kes birîndar bûn.

Bi barîna berfê re li hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê zêde bûne.

Şavê din derengiya şevê li ser rêya di navbera Erdexan û Qersê de barhilgirek ku barê xwe Elyaf bûye wergeriyaye, di vê bûyerê de şofêrê barhilgirê birîndar bûye.

Di encama bûyerê de barê vê barhilgirê li ser erdê belav bûye û paşê bi barhilgireke din hatiye veguhestin.

Herwiha li ser rêya di navbera navçeyên Demal û Duxur ên vê parêzgehê de jî firêna barhilgirekê teqiyaye û bi carekê rawestiyaye. Şofêrê vê barhilgirê û kesek ku pêre bûyî birîndar bûne.

Her du birîndarên wê bûyerê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê hatine veguhestin û rewşa wan a tendirustiyê baş e.