Agir bi dibistaneke koçberên Girê Spî ket: 9 xwendekar birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Dibistana kampa Til El-Semin a koçberên Girê Spî li başûrê rojhilatê Eyn Îsa şewitî, 9 zarok û rêveberê dibistanê birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan agirê sobayê avêtiye, beşek konekî perwerdeyê û şewitî ye û di encamê de  9 xwendekar û Rêveberiyê Dibistanê yê bi navê Ehmed Mistefa birîndar bûne.

Ji birîndaran 5 bo nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a Eyn Îsayê û yên din li bo nexweşxaneyên Reqayê hatin veguhestin.

Navên 7 xwendekarên birîndar bûne hatine zanîn: Şiyar Ismet Xelîl, Înas Xelîl, Viyan Ednan, Emar Muslim, Yusif Şerîf, Mîdye Elî, Mîrkan Ehmed Ebdulqadir û Daniyêl Derwîş.

Kampa Til El-Semin piştî êrîşa Tirkiyê ya cotmeha sala 2019an li ser Girê Spî û Serê Kaniyê û koçberbûna xelkê wê hatiye ava kirin, heta niha xelk di çadiran de dijîn, rewşa wan gelekî xirab e.