Asayişa Rojava li ser desteserkirina karmendên Rûdawê daxuyanî da

07-12-2021
RÛDAW
Nîşan Asayîşa Qamişlo Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro asayişê bi ser ofîsa Rûdawê ya li Qamişloyê de girt û rêveberê ofîsê û 5 karmendên Rûdawê desteserkirin. Asayîşa Rojava li ser bûyera bi serdegirtina Ofîsa Rûdawê û desteserkirina karmendên Rûdawê daxuyaniyek belav kir.

Bedîî Heso Rêveberê Ofîsa Ragihandina Asayîşê li Herêma Cizîrê ji Rûdawê re ragihand “Hindek zanyarî bo hevalên dezgeha tawan hatin ku hindek kes madeyên hişbir bikaranîne, hevalan jî ew kes desteserkirine. Xeletiyek derketiye ku peywendiyên karmendên Rûdawê bi wan kesan re nîne. Lewma me rênimayên pêwîst girtine û ew 6 karmendên Rûdawê dê bên azadkirin.”

Îro (07.12.2021)  Asayîşa Qamişlo bi ser Ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê girt û Rêveberê Ofîsa Kamişloyê yê Rûdawê jî di nav de 6 karmendên Rûdawê hatin desteserkirin.

Tîma desteserkirî ya Rûdaw ji wan kesan pêk tên: Birêveberê Ofîsa Rûdawê yê li Qamişloyê Fehîd Sebrî, berpirsê pêwendiyên ofîsê Huseyîn Osman, peyamnêrê Rûdawê Barzan Ferman, pêşkêşkar Sefkan Orkêş, Wênegir Nîdal Resûl û derhêner Ehmed Ecmo.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst