Li Dersîmê du şûnwarên dîrokî hatin dîtin

07-12-2021
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dêrsim Çemîşgezek Şûnwarên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çemîşgezekê ser bi parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê piştî vekîşîna ava Bendava Kebanê şûnwarên bi navê Pulur Sakyol û Yenikoy yên serdema çanda Kura-Aras dîsa hatin dîtin û bala şûnwarnasan kişand.

Mamosteyê beşa Şûnwarnasî yê Zanîngeha Ataturkê Umut Parliti dibêje "Ev bo  çanda Kura- Aras gelekî girînge, me şûnwarên girîng dîtin. Ji vê jî girîngtir li bakurê rojava ya Pulursakyolê di nav cihê nîştecîhbûnê de dîtina goristanê bû. Wekû em dizanin çanda Kura-Aras  çandeke girînge ku di navbera salên berî zayînê 3200 û 2200î li Qafqasê dest pê kiriye, li qada Firatê cihê ku niha em lê ne belav bûye û heta Sûriyê jî çûye."

Bendava Kebanê li navçeya Kebanê ser bi parêzgeha Xarpêtê ye û sala 1965an hatiye çêkirin. Piştî bendavê hejmareke navçe û gund di bin avê de mane û niha piştî 47 salan ji ber kêmavbûnê beşek ji van cihan dîsa hatin dîtin. Tîmên şûnwarnasan li cihê ku hatine dîtin dest bi lêkolînan kirine.

Rêveberê Mûzexaneya Dersîmê Kenan Oncel got "Ligel vekîşîna ava Bendava Kebanê du gundên dîrokî ku di bin avê de mabûn dîsa derket rû erdê. Em jî bi hevalên xwe re hatine vê derê ku li ser van şûnwaran lêkolîn bikin û binêrin ka zerareke heye an na."

Îsal di çarçoveya projeyekê de  9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi armanca  danasîna bo cîhanê dê bi markeya Mezopotamyayê bên nasandin. Bi vê armancê li gelek cihan lêkolîn hatiye destpêkirin û tê çaverêkirin ku Dersîm jî bikeve nav van 9 parêzgehan.

Çanda Kura-Aras  ku di navbera rûbara Aras û rûbara Kuray ya ji Gurcistanê dizê destpêkiriye zêdetir li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û çend navçeyên Iranê belav bûye . Li gor lêkolînên ku di sala 1940ê de li Moskovayê hatine kirine ev çand ji  Sêwaz, Meletî, Dersîm, Wirmiyê belav bûye û heta Sûriyê û Filistînê jî berhemên vê çandê hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst