Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî proseya siyasî nirxandin

07-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Teqedumê Mihemed Helbûsî civiyan û di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 7ê Kanûna 2021an pêşwazî li pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir û li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê civînê de proseya siyasî nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî tekezî li ser rol û amadehî û pêgeha her du pêkhatên Kurd û Sunne ya li proseya siyasiya Iraqê kir û behsa girîngiya alîkarî û hevdû têgihîştina hevbeşî  di navbera hêz û aliyên Iraqiyan kirin de ya ji bo gavavêtina di derbarê proseya siyasî de kirin.

Li gor daxuyaniyê  damezrandina hikûmeteke komker û xwest û daxwazên welatiyan pêk bîne daxwaza herdu aliyan bû.

Di hevdîtinê de herwiha behsa pêşhatên dawî ya şerê terorê û êrîşên vê dawiyê ya DAIŞê li navçeyên valahiya emnî li navbera artêşa Iraq û Pêşmerge de kirin.

Di heman demê de herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya çalakkirina zêdetir û leziya mekanîzma hemahengiya di navbera artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst