Li Wanê operasyona li dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî

07-12-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê li Bakurê Kurdistanê tîmên cendirmeyan li dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî operasyonek pêk anîn û di encamê de dest bi ser  33 sîke û 20 berhemên din dîrokî de girtin û herwiha kesek jî desteser kirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Wanê, tîmên Fermandariya Cendirmeya Parêzgariyê bi ser mala S.M de girt ku guman li ser hebû qaçaxçîtiya berhemên dîrokî dike.

Di lêgerîna cendiremyan li navnîşanê de dest bi ser 33 sîke û 20 berhemên din ku tê nirxandin berhemên dîrokî ne, girtin.

Herwiha S.M jî hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst