Li Bakurê Kurdistanê sir û serma berdewam e

07-12-2021
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Sir û Serma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber sir û sermayê cade û kolanan qeşa girtine. Li Erzeromê her derî qeşa girtiye û welatiyan betanî bi ser otomobîlên xwe dakirine daku wan ji sir û sermayê biparêzin. Serê sibehê li bajêr mij û moran bû û çiqlên daran bi berfê xemilîne.

Li Erdexanê jî sermaya zêde û mij û moranê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Li bajêr ji ber sermayê dar û pelên wan xwêsî girtin. Welatiyan çadir û betanî bi otomobîlên xwe dakirine daku wan ji qeşayê biparêzin.

Li parêzgeha Agirî du roj e sir û sermayeke zêde û mij heye. Serê sibehê li ser rêyên Agirî – Îran, Agirî-Erzerom û Agirî-Wanê şofêran ji ber mij û morana zêde demên zehmet derbas kirin. Li bajêr çem û rûbaran û herwiha otomobîl û camên dikanan jî bûz girtine.

Li Qersê jî rewş bi heman awayî ye. Ji ser banan zembelîlk ber bi jêr bûne û dar û pelên wan xwêsî girtine. Li gundan jî piştî berfê zarok derketin derve û ji xwe re dest bi leyistikên ser berfê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst