Li Efrînê çekdarên Feyleq el Şam hejmarek welatî girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Feyleq el Şam avêtin ser 3ê gundên herêma Efrînê û 10 welatî girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku çekdarên Feyleq el Şam avêtine ser hersê gundên Basûfa, Beiya û Kibêşînê û 10 welatî girtine, nav û temenê 7 kesan ji wan hatine naskirin.

Li gor Rêxistina navborî, piştî ku roja înê 4ê Kanûnê Hemze Ebû Zêd ku yek ji fermandeyê Feyleq el Şam e rastî hewleke kuştinê hatibû û bi giranî birîndar bûbû, çekdarên wê grûpê avêtine ser hersê gundan.

Li Izazê jî, Îstixbarata Tirkiyê welatiyê bi navê Welîd Abid, 55 salî, ku xelkê gundê Maretê ye girtiye.