Hêmin Hewramî: Em piştevanî li radestkirina 250 hezar bermîl petrolê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê radigihîne, hefteya bê şandeke bilind a parlamentoyê dê biçe Bexdayê ji bo palpiştiya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de da ku bigihîjin rêkeftinê û got jî, “Em piştevaniyê li radestkirina rojane 250 hezar bermîl petrol û ji %50 dahatê bo Bexdayê dikin."

Cîgirê Serokê Parlamentoyê Hêmin Hewramî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, parlamento jî bi girîngî dibîne roleke karîger hebe bo piştevaniya danûstanên li gel Bexdayê û got, “Lewma me biryar daye hefteya bê şandeke bilind a parlaentoya Kurdistanê biçe Bexdayê, bo ku li gel aliyên peywendîdar ên parlamenoya Iraqê, aliyên siyasî heta li gel aliyê hikûmetê jî giftugo bike.”

Hêmin Hewramî dibêje, “Serdana şanda parlamentoyê bo Bexdayê ji bo piştevanîkirina rêkeftina Herêma Kurdistan û Iraqê ye taybet di mijara radestkirina rojane 250 hezar bermîl petrol û ji %50 dahata navxwe ku bigihîjin rêkeftinekê beşa budceya Herêma Kurdistanê di çarçova budceya 2021an de cih bigire. Lewma em çaverêyî civîna Encûmena Wezîran a Iraqê dikin ku biryar e sibe Sêşemê kom bibe.”

Derbarê rûniştina bê ya parlamentoyê jî, Hewramî got, “Divê em çaverê bikin di civîna Encûmena Wezîran a Iraqê de çawa miamele li gel reşnivîsa projeyasay budceya 2021 dikin. Girîng ew e proje yasa bigihje parlamentoyê, lewma vê hefteyê em nikarin rûniştina parlamentoyê pêk bînin. Lê egera wê zêde ye hefteya bê piştî çûyîna şanda Herêma Kurdistanê, rûniştin pêwîst bike.”

Parlamentoya Iraqê çaverê ye hikûmet budceya giştî ya 2021 bi bişîne ku nêzikî 2 meh bi ser dema şandaina wê de çûye.

Piştî du car paşxistinê biryar e Encûmena Wezîran a Iraqê, Sêşema bê di kombûna asayî ya xwe de, proje yasaya budceya federalî ya 2021 gotûbêj bike û pesend bike.

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê di budceya federalî ya sala 2021a Iraqê de, Endamê Komîteya Darayî li Parlamentoya Iraqê Feysell Îsawî, roja 5ê vê mehê ji Rûdawê re ragihandibû, “Rêkeftina hatiye kirin li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrolê li gel %50 daha deriyên sînorî û gumrigê radest bike û li beramber jî pişka xwe di budceya dewletê de werbigire li gor ew a ku rêkeftin li ser hatiye kirin ku %12,67 e, lewma ev destpêka çareseriyê ye bo wê pirsgirêkê.”