Keça êzîdî: Ez dam emîrekî DAIŞê ku bav û birên min kuştibûn

07-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Şingal (Rûdaw)- Keçeke kurda êzîdî ku salek û 3 mehan li mala berpirsekî DAIŞê mabû, dibêje, wî emîrî bi xwe bav û birê min dabûn ber guleyan û ew kuştibûn.

Keçeke êzîdî bi navê Hediye (18 salî), piştî ku çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014, Şingal û çend nahiye û gundên derdora Şingalê dagîr kiribûn, ligel bi sedan keçên din ên êzîdî ketin destê çekdarên DAIŞê û wek talan ji xwe re birbûn.

DAIŞ li navçeya Beac a başûrê Şingalê, Hediye dide kesekî bi navê Şehab Ehmed Elî Xatûnî, ku berpirs bû di nana DAIŞê de û wek Ebû Ziyab tê naskerin.

Hediye ragihand: “Ew berpirsê DAIŞê kesekî naskirî ye li Beacê. Ebû Ziyab di nava DAIŞê de berpirsê dabeşkirina çek û teqemeniyan e.”

Bav û birayên wê kuştiye

Hediye behsa rojên bin destê DAIŞê dike û diyar dike ku wê demeke pir nexweş li cem Ebû Ziyab derbas kir û niha jî hizir dike, ka ewê çawa tola xwe jê veke.

Wê keça êzîdî wiha got: “Rojekê Ebû Ziyab derket derve û telefona xwe li malê jibîr kir. Min vekir, lê xweska min lê nenerîba. Min li wêne û vîdeoyên nava mobîlê nêrî. Di vîdeyekê de ku bi dîtina wê hinek mabû ez dîn bibim. Min dît ku çawa Ebû Ziyab bav û herdu birayên min ligel çend kurdên din ên êzîdî dan ber guleyan.”

Ebû Ziyab, xêzandar e û 4 zarokên wî hene. Hediye wiha domand: “Gelek caran jina wî li min dixist û sivkayetî bi min dikir. Min jî ji jinkê re digot, eger ti wisa ji min aciz î, alîkariya min bike da ku ez birevin, lê wê ji min re digot, eger ez alîkariya te bikin û ti biçe, Ebû Ziyab dê jineke din bîne malê.”

Teqînên Giruzêr û Sîba Şêx Xidir

Beriya 7 salan ji derketina DAIŞê di 14 Tebaxa 2007an de, li herdu nahiyeyên Giruzêr û Sîba Şêx Xidir 2 teqînên mezin çêbûn û di encamê de 300 kes şehîd bûn.

Hediye dibêje, “Gelek caran min bi axaftinê bi Ebû Ziyab û DAIŞiyên din ên xelkê Beacê re şer dikir, lê ew dikeniyan û Teqînên Giruzêr û Sîba Şêx Xidir tanîn bîra min. Ebû Ziyab digot, ez bi xwe jî di pilana wan teqînan de beşdar bûm, me derbeyekî mezin li kafiran da.”

Kurdên êzîdî dibêjin, ew emîrê DAIŞê beriya wan herdu teqînan li navçeyê hatibû dîtin, piştî bûyerê jî, ji aliyê polîsan ve hatibû girtin, lê dadwerê Iraqê ew azadkiribû.

Hediye dibe Reqa

Wê keça êzîdî wiha got: “Çekdarên DAIŞê gelekî ji balafiran ditirsiyan, ji ber ku balafiran gelek ji wan kuştine û gelek jî birîndar kirine, yek ji wan kesan jî Ebû Ziyab bû.”

Hediye wiha domand: “Ew beriya çend mehan di bombebarana balafirê de birîndar bû. Bi neçarî ez pêre çûm bajarê Reqa yê Sûriyê û 12 rojan di nexweşxaneyê de ma. Min heroj duia dikir ku ew bemire û ez jê xelas bibim.”

Li ser “Rûdaw TV” lê da

Beriya ku bikeve destê DAIŞê, berdewam li Rûdaw TV guhdar dikin, li mala Ebû Ziyab jî Rûdawê ji xwe re derdixe, da ku nûçeyên Şingalê nas bike, lê ew yek ne bê bac bû.

Hediye wiha got: “Ez li ber nûçeyên Rûdawê dimam, dema Ebû Ziyab dihat min ji ser dibir, lê carna min jibîr dikir ji ser bibim, lewma Ebû Ziyab li min dida. Rûdaw ji tilvîzyonê radikir, lê min dîsa vedgerand.”

Beriya 2 hefteyan, Hediye bi rêya Sûriye hat nêzîkî nahiyeya Rebîe ya rojavayê Mûsilê û bi mervê xwe şa bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst