Zîndana Amedê: Te çi anî serê kurdan!

Hewlêr (Rûdaw) – Dema behsa Zîndana Amedê tê kirin niha jî ricaf û xof dikeve laşê wan kurdên ku piştî kûdetaya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î hatibûn girtin.

Bêguman Zîndana Amedê yek ji rûreşiyên dewleta Tirk e ku tê de “çi nema neanîn serê kurdan”…

Çimkî di wê zîndanê de “gû bi kurdan dan xwarin, li ber çavên girtiyan dest avêtin jin, keç û kurên wan, hemû cure êşkence li wan kirin…”

Her çiqas Şaredariya Amedê daxwaz kiriye ew zîndan bibe mûze lê heta niha jî tê de girtî hene…