Davûtoglu bi zimanê Feqiyê Teyran bangî gel kir

07-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu diyar kir ku hikûmeta AK Partiyê hemû qedexeyên li ser kurdî rakiriye. Davûtoglu her wiha eşkere kir ku di çarçoveya “pêvajoya çareseriyê” de dê jibilî PKK-HDPê bi aliyên din  re jî hevdîtin bikin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê Giştî AK Partiyê Ahmet Davûtoglu, îro li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê tevlî pêncemîn kongreya baskê Wanê yê partiya xwe bû.

Ahmet Davûtoglu di mîtîngê de axaftinek kir û axaftina xwe jî bi helbesteke zana û helbestvanê navdarê kurd Feqiyê Teyran dest pê kir: “Ev av û av, ey av û av, ma tu bi eşq û muhbet î!”

Davûtoglu anî ziman ku wan hemû qedexeyên li ser zimanê kurdî rakirine û wiha axivî:

“Me hemû qedexeyên li ser kurdî rakir. Me kanalek ava kir ku 24 saetan bi kurdî weşanê dike, me mercên wê yekê jî çêkir ku êdî her kes dikare mîna welatiyekî birûmet bijî. Êdî ti kes dê li vî welatî ji ber ziman, ol, ayîn û baweriya xwe neyê darizandin û biçûkkirin.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û ragihand, jibilî partiyên HDP-PKK-DBP dê digel hêz û partiyên din ên kurdî jî rûnên û wiha domand:

“Birêz Serkomarê me jî got ezê vê yekê bişopînim. Emê bi her kesî re baxifin. Pêvajoya çareseriyê tenê bi aliyekî nameşe çimkî malê millet e û hemû bi hev re dê bimeşin. Li pêşiya nexşerêyek heye û emê wê neşxrêkê pêk bînin û emê êdî nehêlin dayîk bigirîn.”

Ahmet Davûtoglu li ser berdewambûna pêvajoya çareseriyê jî têkez kir û wiha axivî:

“Pêvajoya çareseriyê tê wateya wê yekê ku yên ku li vî welatî dijîn bibin birayên hev, yekitiya millî ye, welatîbûn e. Me destpêkê jê re got pêvajoya çareseriyê. Lê hinek kesan bi hêceta Kobanî xwestin herêma Rojhilat û Başûrêrojhilat (Bakurê Kurdistanê) aloz bikin. Lê me ji wan re got, pêvajoya çareseriyê ne alternatîfan pergala giştî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst