Îsraîl dê 25 balafirên F-15 bikire

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Balafirên Şer Wezareta Parastina Îsraîlê Balafirên F-15 Amerîka Îsraîl Şerê Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîl ji bo kirîna 25 balafirên F-15 bi Kompanyaya Boeingê ya Amerîkayê re peymanek îmze kir.

Kompanyaya Boeingê dê balafira yekem 2031ê bide Îsraîlê.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê diyar kir ku wan ji bo kirîna balafirên F-15 bi Kompanyaya Boeingê ya Amerîkayê re peymanek îmze kiriye.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ew balafir bi 5,2 milyar dolarên Amerîkî hatine kirin.

Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku peyman di Kongreya Amerîkayê de jî hatiye pesendkirin.

Kompanyaya Boeingê dê sala 2031ê dest bi radestkirina balafiran bike.

Li gorî zanyariyan Komapanyaya Boeingê dê her sal 4-6 balafiran teslîmî Îsraîlê bike.

Balafirên şer ên F-15an niha jî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve tên bikaranîn.

Ew balafirên şer dikarin bombeyên pêşketî yên dûravêj û bombeyên giran hilgirin.

Hêzên Asmanî yên Îsraîlê niha 66 balafirên şer ên F-35 bi kar tînin.

Di daxuyaniya Wezaretê de amaje bi wê yekê jî hat kirin ku balafirên şer ên F-15 yên nû dê alîkariya Hêzên Asmanî yên Îsraîlê bikin.

Wezaretê tekez kir ku bi balafirên nû Hêzên Asmanî yên Îsraîlê dê serweriya xwe ya stratejîk biparêzin û li dijî metirsiyên heyî û yên paşerojê yên li Rojhilata Navîn bisekinin.

Ev duyemîn rêkeftina Îsraîlê û Kompanyaya Boeingê ya Amerîkayê ye. 

Meha Tebaxê Kompanyaya Asmanî ya Îsraîlê ji bo kirîna 31 balafirên 737 Max ên rêwiyan peymaneke 2,5 mîlyar dolarî îmze kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst