WAN - DEM Partî dê bimeşiya: Hemû çalakî 3 rojan hatin qedexekirin

07-11-2024
RÛDAW
Nîşan Parêzgariya Wanê DEM Partî Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê, parêzgariyê hemû çalakî 3 rojan qedexe kirin.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, civîn û mîtîngan 3 rojan hatin qedexekirin.

Ev di demekê de ye ku DEM Partiyê ragihandiye 8ê mehê li parêzgeha Wanê dê meşa “Ne Qeyûm, Demokrasî” bê kirin.

Piştî tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê yek bi yek qedexeya çalakiyan tên ragihandin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser tayînkirina qeyûmên her sê şaredariyan û ragihand ku hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, civîn û mîtîngan 3 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê di daxuyaniya xwe de ragihand:

“Bi hinceta dabînkirina aramî û ewlehiya raya giştî, rêgirîkirina tawanan û parastina maf û azadiya kesên din biryar hatiye dayîn ku daxuyaniyên medyayê, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, kampanyaya îmzeyan, vekirina standan, merasîmên biaxspartinê, bibîranîn, şahî, konser û hemû çalakiyên bi vî awayî ji 8ê mehê heta 10ê mehê demjimêr 23:59an, 3 rojan hatine qedexekirin.”

Li gorî biryara parêzgariyê çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamtî destûrê bidin dikarin werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst