Mîrê Kurdên Êzidî bangî partiyan kir: Ji bo berjewendiyên Kurdistanê li hev bikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Mîr Hazim Tehsîn Beg\Wêne û vîdeo: Rûdaw
Mîr Hazim Tehsîn Beg\Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg Celal Talebanî Bafil Talebanî Qubad Talebanî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî li Silêmaniyê bangî aliyên siyasî kir û got, "Divê berjewendiyên Kurdistanê li ber çavan werin girtin."

Mîrê Kurdên Êzidî Hazim Tehsîn Beg li Silêmaniyê çû ser gora Celal Talebanî û piştî ziyareta gorê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Mîr Hazim Tehsîn Beg behsa girîngiya avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û wiha got:

“Piştî hilbijartinan ji bo ku em Kek Bafil û Kek Qûbad bibînin û ziyareta birêvebiriya xwecihî ya Silêmaniyê bikin em hatin Silêmaniyê.”

Mîrê Kurdên Êzidî her wiha da zanîn ku di Foruma MERIyê de wî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwestiye ku hemû partiyan li ser maseyekê kom bike û li ser rewşa Herêma Kurdistanê û avakirina hikûmetê civînekê pêk bîne.

Mîrê Kurdên Êzidî Hazim Tehsîn Beg ameje bi hilbijartinan kir û anî ziman:

“Xelkê ji bo berjewendiyên Kurdistanê deng daye partiyan.

Em ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dixwazin ku li ser maseyekê rûnin û li hev bikin û berjewendiyên Kurdistanê li ber çavan bigirin.

Divê berjewendiyên Kurdistanê di ser ên partiyan re bin.

Mam Celal li Îraq û Herêma Kurdistanê kesayetiyekî bilind bû û hevalê Mîr Tehsînê bavê min bû.

Ez ji Xwedê dixwazim ku cihê wî bike bihuşt.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst