Hewlêr (Rûdaw) Serkan Ramanli diyar kir ku ew li dijî tayînkirina qeyûm in û xwepêşandanên xelkê yên şermezarkirina qeyûman jî meşrû ne.
Parlamenter û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli li ser tayînkirina qeyûman û pêşhatên dawî yên li siyaseta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Ramanlî bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê bersivda pirsên Hêvîdar Zanayê.
"Çek û qeyûm rêyên çareseriyê dixitimînin"
Serkan Ramanli li ser pêşhatên “pêvajoya çareseriyê” wiha got:
“Em nikarin behsa pêvajoyekê bikin. Dewlet dixwaze PKK dev ji çekan berde. Dewlet dixwaze ew daxwazên xwe bi rêya siyasetê bi rêya demokrasiyê bînin ziman.
Her çi dixwazin bila bixwazin lê bi rêya siyasetê û bi rêya demokrasiyê bixwazin.
Ew teklîf nayê wê wateyê ku dê Pirsgirêka Kurd bi hêsanî were çareserkirin. Beriya bi 10 salan jî pêvajoya çareseriyê dest pê kir.
Di wir jî de gelek tiştên ne di rê de hatin kirin û pêvajo hat xitimandin û ti kesî xêr jê nedît.
Me jî hikûmet rexne dikir, me digot; `Pirsgirêka Kurdan bi çekê girênedin û hûn PKK wekî temsîlkarê Kurdan nîşan didin ev ne rast e.
30 milyon Kurd hene û Kurd hemû ne alîgirên PKKyê ne. PKK ne temsîlkarê hemû Kurdan e hûn rabin vê têxin destê PKKyê ne rast e`
Em li dijî vê derkdikevin. Em jî vê dibêjin ev 40 sal e şer heye û zêdeyî 40 hezar însanên me ji ber çekan mirin.
Em jî li djî çekan in û li gorî me jî çareseriya Pirsgirêka Kurd jî di siyasetê de ye.
Ev rêya çekan 40 sal e berdewam dike heger 400 salên din jî berdewam bike dê ti pirsgirêkan çareser neke.
Êrîşa çekdarî jî û tayînkirina qeyûman jî rê li ber pêvajoyan digirin. Hem êrişa Enqereyê û hem tayînkirina qeyûman rêyan dixitimînin.
Divê em xwe ji van xitimandinan derxin û berê xwe bidin rêya sivil û di rêyeke sivîl û meşrû de mafên xwe bixazin.”
“Endamên me yên şaredariyê jî ji kar hatin dûrxistin”
Serkan Ramanli di berdewamiya axaftina xwe de behsa tayînkirina qeyûman jî kir û wiha got:
“Kurd jî wekî Tirkan damezrînerên vê dewletê ne, mafên Tirkan çi bin, çi di warê ziman de çi di warê nasnameyê de çi di warê geşedana aborî û statuyê de divê mafên Kurdan jî werin teslîmkirin.
Mafên 85 milyon hevwelatiyan divê wekî hevdû bin. Baweriyên wan çi be, fikrên wan ên siyasî çi be ew ne muhîm e em dibêjin divê ew hemû hevwelatî wekî hevdû bin.
Divê mafên me hmûyan di bin destûrê de bên parastin.
Lazim e îradeya gel neyê binpêkirin. Xelkê Êlihê, Mêrdînê, Xalfetî û Esenyûrtê xwêşandanê dikin ev mafê wan e.
Di vî warî de xwepêşandan û çalakî meşrû ne lê divê ew bi xirabî neyê bikaranîn.
Em di hin dîmenan de dibînin ku agir berdidin kolanan û xwepêşandanên ne di rê de tên kirin.
Em li dijî qeyûman in, xelkê çi xwestibe kî kiribe serokê şaredariyê divê ew karê xwe bike.
Xelkê dengê xwe dabe kê ji bo ew bibe endamê meclisa şaredariyê divê ew karê xwe bike.
Roja ewil em li dijî qeyûman in, ji me re ya muhîm îradeya gel e, îradeya xelkê ye.
Li gorî yasayê heger şaredar hat girtin û ceza lê hat birîn, meclisa şaredariyê dê kesekî li şûna wî hilbijêre.
Niha parêzgar wekî qeyûm tê danîn û hemû erkên şaredariyê dikeve destê qeyûm ev ne rast e.
Em ji bo xatirê xwe ji bo gelê xwe li dijî qeyûman in, biryara qeyûm ne tenê li dijî DEM Partiyê ye, li dijî HUDA PARê û AK Partiyê ye jî.
Endamên me yên Meclisa Şaredariya Êlihê jî ji kar hat dûrxistin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse