Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê avakirina hikûmetê gotûbêj kir

07-11-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Stephen Hitchen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaqw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Stephen Hitchen avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê, Balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Stephen Hitchen qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku her du aliyan di hevdîtinê de behsa rerewşa herêmê, pêwendiyên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kiriye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Stephen Hitchen bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê pîroz kirin.

Her du alî li ser girîngiya hevkariya hevbeş a aliyên siyasî û wergirtina tedbîran ên ji bo pêkanîna kabîneya bê ya Herêma Kurdistanê hevfikir bûn.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Di civînê de rewşa aloz a Rojhilata Navîn jî hat nirxandin û her du aliyan diyar kir ku baştir e Îraq xwe ji wan aloziyan dûr bixe û nekeve nav nakokiyên herêmî.

Li aliyê din Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê Andrew Bizley jî di civînê de amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst