Barîn bi 4 tupên oksîjenê li maçên Newrozê temaşe dike
Silêmanî (Rûdaw) – Barînê 7 salî yê ji Silêmaniyê dildarekî ji dil û can ê tîma Newrozê ye û lîstikeke tîma xwe jî bernade.
Barîn bi nexweşiyeke bêeman re têdikoşe lê evîna wî ya werzişê serdest e.
Her roja ku maça Newrozê hebe di himbêza germ a dêya xwe de û bi alîkariya bavê xwe yê henûn berê xwe dide stadyumê.
“Divê em 4 tupên oksîjenê bi xwe re bibin”
Yasîn Luqmanê bavê Barîn ji Rûdawê re got, “Her cara ku em herin stadyumê divê em 4 tupên oksîjenê bi xwe re bibin.
Heke na em nikarin li maçê temaşe bikin û divê em zû vegerin malê.”
Piştî ku li malê hemû amadehî temam dibin Barîn ber bi stadyumê ve bi rê dikeve û dema diçe dibîne ku lîstikvan û bi hezaran alîgir li benda wî ne.
Alîgir gelek caran wî bi dirûşma “Barîn em li gel te ne” pêşwazî dikin.
Wan kampanyayeke alîkariyê jî daye destpêkirin û heta niha ji Barîn re 33 milyon dînar gihane hev.
Nûnerê Desteya Kulûba Newrozê da zanîn ku xelkê Başûrê Kurdistanê alîkariyê dide Barîn û spasiya şêniyên Hewlêr û Dihokê kir.
Dema Barînê 20 rojî ye bi nexweşiya nefestengiyê ketiye û ji bo tedawiyê divê yan here Hindistanê yan jî Almanyayê.
Ji bo tedawiyê jî herî kêm 120 hezar dolar lazim in.
Kulûbên werzişê û werzişdostan jî li Hewlêr, Zaxo û Dihokê dest bi kampanyayên alîkariyê kiriye da ku Barîn jî wekî hevalên xwe li kuçe û kolanan bilîze û bêyî tupên oksîjenê li maçan temaşe bike.