Rûniştina doza kuştina Narînê: 'Çi sûcê wê hebû?'
Amed (Rûdaw) - Rûniştina doza Narîn Gurana 8 salî ku li gundê Çûliyê yê navçeya Rezanê ya Amedê bi awayekî hovane hatibû kuştin li Dadgeha 8mîn a Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin.
Ji 64 bajaran nûnerên baroyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl di rûniştinê de amade bûn.
Medya jî eleqeyeke mezin nîşanî rûniştinê dide.
Ji kuştina Narîna biçûk 12 kes tên tawanbarkirin.
Di nava tawanbaran de dayika Narînê Yuksel Guran, kekê wê Enes, apê wê Salîm û gundiyê wê Nevzat Bahtiyar jî hene.
Ev her çar kes bi cezayê heta hetayê tên darizandin.
Rûniştina doza kuştina Narînê îro saet 09:00an dest pê kir li derdora dadgehê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin girtin.
Hemû dadgeh bi têlbendan hat dorpêçkirin.
“Ji malbatê ti kesî gilî nekiriye”
Seroka Giştî ya Baskê Ciwanan a CHPyê Aysun Kayayê got:
“Dema ku em berê xwe didin angaştnameya ku dozgeran amade kiriye, em dibînin ku tenê Wezareta Malbatê û Xizmetgûzariya Civakî û Baroya Amedê gilî kiriye.
Ji bilî van tu kesî gilî nekiriye. Mixabin ji malbata wê ti kesî gilî nekiriye.”
Medyaya Tirkiyeyê jî eleqeyeke mezin nîşanî rûniştinê dide.
Bi dehan rojnamger li ber dadgehê kon danîn.
Parêzvanên mafên jin û zarokan jî ji bo kujerên Narîn Guranê bên cezakirin, berê xwe da ber Dadgeha Amedê.
“19 rojan li reşkirina delîlan temaşe kirin”
Seroka Platforma Em dê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kavê jî got:
“Tam 19 rojan reşkirina delîl û îzbatan bi awayekî plankirî, yek bi yek tenê temaşe kirine.
Eger destê xwe zû bigirtana belkî îro li heyatê bû, nemiribû.”
Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebexa 2024an li gundê Çûliyê yê navçeya Rezanê winda bûbû.
Termê wê piştî 19 rojan li newala Selîmiyeyê ya li ber gund, di nava avê de, di telîsekî de hatibû dîtin.
“Kezeba min jê re dişewite”
Xelka Amedê Hizna Akinê got, “Ez ji bo Narînê hatime, kezeba min jê re dişewite. Ez li ber dikevim, xemgîn dibim. Çi sûcê wê hebû?”
Xwendekara bi navê Sebriye Batur jî got, “Em dixwazin sûcdar kî bin, bên cezakirin. Ji xwe tu dizanî malbata wê sûcdar e.”
Hem awayê kuştina Narînê û hem jî zelalnebûna kujeran wisa kiribû ku ev doz mehek li ser hev li Tirkiyeyê bibe rojeva herî sereke.