Mêrek û jinek li mala xwe hatin kuştin: Gerîlayên berê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Feydeyê ya navçeya Sêmêlê ya Dihokê, 2 hevjînên ku berê gerîlayê PKKyê bûn hatin kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku doh bi şev li Sêmêlê jineke ji Rojhilatê Kurdistanê û mêrekî ji Rojavayê Kurdistanê li mala xwe hatine kuştin.

Leyla Mihemediya ji Rojhilatê Kurdistanê û Ciwan Rizgarê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê berî salekê zewicî ne.

Hat zanîn ku zarokekî wan ê 5 mehî jî heye û ew sax e.

Ciwan Rizgar 35 salî ye û hevjîna wî Leyla Mihemedî jî 30 salî ye.

Hat destnîşankirin ku Ciwan Rizgar û Leyla Mihemedî berî çend salan ji PKKyê veqetiyane û li Dihokê bi cih bûne.

Dayîka Ciwan Rizgar, Leyla li ser bûyerê ji Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî re axivî.

Dayîka Ciwan Rizgar diyar kir ku dijminên wan nînin û got:

“Em jî nizanin çima hatine kuştin. Bi ti kesî re pirsgirêkên wan nebûn, deynê wî tunebû.

Tiştekî wî tunebû ku ji kesî bistîne.”

Dayika wî anî ziman ku kurê wê karker e û wan cenazeyê wî şandiye Rojavayê Kurdistanê û got:

“3yê mehê salvegera zewaca kurê min bû û di navbera min û bûka min de jî ti pirsgirêkên me nebûn.”

Tîmên tenduristiyê cenazeyên her du kesan veguhastin Saziya Tiba Dadî ya Dihokê.

Derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.