MÊRDÎN - Li ser kuştina kalê 90 salî yê Xiristiyan 15 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyada ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li ser kuştina kalê 90 salî yê Xiristiyan 15 kes hatin desteserkirin.

Li gundê Nehilê yê navçeya Midyadê derengê şeva borî dema Gevriye Akguçê 90 salî li ber deriyê mala xwe rûdinişt ji aliyên kesek an kesên nasnameya wan nediyar ve hat gulebarankirin.

Di êrişê de Gevriya Akguç bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristê Akguçê birîndar bi ambulansê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê lê li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan Akguçê 90 salî canê xwe ji dest da.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) George Aslan derbarê bûyerê de daxuyaniyek da.

Aslan amaje bi wê yekê da ku kuştina Gevriye Akguç ne bûyereke kêfî yan jî qeza ye û got:

“Şeva borî li gundê Nehilê yê navçeya Midyadê Gevriye Akguç li pêşiya mala xwe hat kuştin. Ev kuştineke ku li hemberî mirovên me yên ku vegeriyane gundên xwe hatiye kirin.

Çavtirsandinek e bo yên mayî. Divê kujer û kesên li pişt bûyerê demildest bên dîtin û darizandin.”

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û li gorî zanyariyên di medyaya Tirkiyeyê de belavbûne heta niha 15 kes hatine desteserkirin ku xelkê gundê Nehilê jî di nav wan de ne.

Hatiye zanîn ku Gevriye Akguç berê li Ewropayê dijiya, berî demekê hatiye li Stenbolê bi cih bûye û ji bo xizm û kesûkarên xwe bibîne beriya niha bi demekê çûye Midyadê.