Li Midyadê kalekî 90 salî yê Xrîstiyan di êrişeke çekdarî de hate kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kalekî 90 salî yê Xrîstiyan di êrişeke çekdarî hate kuştin.

Li gorî agahiyan, li gundê Enhilê yê navçeya Midyadê derengê şeva borî dema Gevriye Akguçê 90 salî li ber deriyê mala xwe rûdinişt ji aliyên kesek an kesên nasnameya wan nediyar ve hat gulebarankirin.

Di êrişê de Gevriya Akguç bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristê Akguçê birîndar bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê

Lê li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan Akguçê 90 salî canê xwe ji dest da.

Nayê zanîn ka ew êrîş ji ber çi û ji aliyê kê ve hatiye kirin. Heta niha kesên êrişkar nehatine desteserkirin.

Lê hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hatiye zanîn ku Gevriye Akguç berê li Ewropayê dijiya, berî demekê hatiye li Stenbolê bicîh bûye û ji bo xizm û kesûkarên xwe bibîne demek berî niha hatiye Midyadê.