Bi dronan êrişî baregeha hêzên hevpeymaniyê ya li Hewlêrê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dijîterora Kurdistanê ragihand ku di du demên cuda de bi 3 dronan êrişî baregeha leşkerî ya Hêzên Hevpeymaniyê Navdewletî ya li Hewlêrê hatiye kirin.

Dijîterora Kurdistanê derbarê êrişê de li ser rûpela xwe fermî daxuyaniyek belav kir û got:

“Îro danê sibehê du dronên bombebarkirî êrişî baregeha leşkerî ya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kirin û ew li esman hatin teqandin.”

Herwiha Dijîterora Kurdistanê da zanîn, “Di êrîşeke din a li ser heman cihî de droneke neteqiyayî ket xwarê.”

Li aliyê din li gorî malpera fermî ya Balafirgeha Hewlêrê, geşta ku dê ji Qahîreyê bihata Hewlêrê hatiye paşxististin û geşta ji Dohayê jî hatiye betalkirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hat ragihandin, geştên balafiran vegeriyane rewşa asayî û geştên ku hatibûn betalkirin dê dîsa dest pê bikin.

Hemasê, 7ê Çiriya Pêşînê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kiribû.

Artêşa Îsraîlê jî li hemberî vê yekê li Xezeyê bi dijwarî dest bi bombebaranê kir.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê gelek caran rastî êrişan tên.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya êrişa li dijî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Hewlêrê negirtiye ser xwe.