QEZAYA SÊRTÊ – 6 cenazê di 7 goran de hatin veşartin

Êlih (Rûdaw) - Qurbanîyên qezaya trafîkê ya li navçeya Misircê ya Sêrtê, li Gundê Zengovî yê navçeya Hezoyê ya Êlihê bi axê hatin spartin.

Hevserokê bere yê navçeya Hezoyê yê HDPê Mehmet Yaşar, hevjîna wî Aynur Yaşar û 5 zarokên wan şeva borî dema ji Hezoyê diçûn Êlihê li gundê Hishisê navçeya Misircê ya Sêrtê otomobîla wan wergeriya û LPGyê otomobîlê teqiya.

Mehmet Yaşar bi birîndarî ji qezayê rizgar bû lê hevjîna wî Aynur Yaşar û pênc zarokên wan Bêrîtan, Viyan, Bahoz, Cûdî û Rodî şewitîn û canê xwe ji dest da.

Cenazeyên qurbaniyan piştî otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê birin gundê Zengoviyê yê Hezoyê.

Her şeş cenaze li goristana gund li kêleka hev di 7 goran de hatin binaxkirin.

Dozgeriyê derbarê qezayê lêpirsîn da destpêkirin.

Hemdiye Yaşara mirova wan got, “Min nizanî agir bi mala min ketiye. Bila sere we tev sax be. Xweda wan bi rehma xwe efû bike. Xweda sebirê bide,  em çawa bikin.

Hatiye sere hezaran a min hezar û yek e. Şikir ji Xweda îro bavê wan jî li ba me ye. Ew jî derdek zor e.”

7 goran hatin vekirin

Di şewata otomobîlê de laşê hemû qurbaniyan şewitî bûn û tene hestîyên wan mabûn.

Di otopsîyê de hinek  hestiyên qurbaniyan nehatin teşhîskirin û nehat zanîn ka  hestiyên kê ne.

Ji ber wê tevî ku hejmara miriyan şeş kes bûn jî gorek zêde hat vekirin û ew hestî jî di gora heftemîn de hatin binaxkirin.

Mirova wan Besîm Karadagê jî got, “Kes nikare me tesellî bike. Pênc heb zarok şewitîn.”

“Otomobîl du caran teqiya”

Mirovê wan Kazim Yaşar jî wiha got:

Yên ku 40-50 metre li pey otomobîla wan bûn got agir pêşî avêt paşiya otomobîke, dûv re avêtiye pêşiya wê. Yanî du caran teqiya ye.”

Mirovê wan Muzaffer Ekîncî jî got, “Me ne dixwest ev tişta çêbe. Kesê nedixwest ev tişta çêbe. Qedera Xweda ye, em çi bejin.”

Keçika malbatê Nûarîn a 11 salî ji ber li gund li cem pîrika xwe mabû di otomobîle de nebû.

Niha ji karesata bûyerê  tenê ew û bavê man. Bavê wê Mehmet Yaşar ku ji qezayê bi birîndarî rizgar bibû bi destûra bijîşkan bi çevên girî ji nexweşxaneyê hat ser goristanê.