Li Minbicê ciwanekî 24 salî hat kuştin

07-11-2023
RÛDAW
Asayîşê 4 tawanbarê kuştina wî girtin
Asayîşê 4 tawanbarê kuştina wî girtin
Nîşan Minbic Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Minbicê grûpeke nenas xortekî 24 salî revandin û paşê jî ew kuşt.

Li Minbicê ciwanê bi navê Hikmet Elî Nasir yê 24 salî li ser daxwaza hevalekî xwe diçe cihekî.

Piştî wê bi saetekê, ji telefona wî hinek bi malbata wî re diaxifin, dibêje kurê we li cem me ye û  eger hûn 300 hezar dolar bidin ew dê wî serbest berdin.

Malbata wî dibêje ku ew nikarin 300 hezar dolar bidin, tenê 10 hezar dolarên wan hene.

Piştî 2 saetan careke din telefon dikin û daxwaza 25 hezar dolar dikin.

Roja din li hev dikin ku li cihekî pereyan radest bikin, diçin cihekî, 2 kes ji wê girûpê peran dibin lê di cih de asayîş wan digire.

Ew her du kes îtîraf dikin ku 2 kesên din jî bi wan re hene û wan Hikmet Elî Nasir kuştiye.

Piştî 2 rojan, asayîş her 4 endamên wê girûpê digire û termê Hikmet radestî malbata wî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir