Mele Emînê 78 salî yê nexweş hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Emîn Soyalê 78 salî ku li Şirnexa Bakurê Kurdistanê hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Êlihê li ser îtiraza parêzên wî serbest hat berdan.

Rapora Soyal a astengdariyê heye ku rêjeya wê ji sedî 91 e herwiha gelek nexweşiyên wî yên cuda hene.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de 19ê Çririya Pêşîn li navçeya Hezexê ya Şirnexê 5 kes hatibûn desteserkirin.

Kesên ku hatibûn desteserkirin 23yê Çririya Pêşîn ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “alîkariya rêxistinê” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Êlihê.

Di nav 5 kesên ku hatibûn desteserkirin de Emîn soysalê 78 salî jî hebû.

Di encama îtîraza parêzeran de biryara berdana Emîn Soyalê 78 salî hat dayîn.

Emîn Soysal di nav xelkê de wekî “Mele Emîn jî tê naskirin.

Parlamentera Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Uysal Aslan biryara berdana Soysal li ser hesabê xwe yê Xê ragihand.

Newroz Uysal Aslan got, “Apê Emîn Soyalê ku me îro wî li Girtîgeha Êlihê ziyaret kir danê êvarê hat berdan.

Çavên malbat û hezkiriyên wî ronî be. Heta girtiyên siyasî azad bibin em ê têkoşîna xwe ya li dijî hemû bêhiqûqiyan bidomînin.”