Rojhilatê Kurdistanê; Xwepêşanderan binkeyeke Supaya Pasdaran şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û alozî heta derengê şeva bihorî jî berdewam bûn. Li cade û kolanên bajêr xwepêşanderan agir pêxistin û li dijî desthilatê dirûşm gotin, li gundê Nê yê Merîwanê jî binkeya Supaya Pasdaran hat şewitandin.

Xwepêşandanên ku j 17ê Îlonê ve li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî canjidestdana Jîna Emînî dest pê kiribûn û li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bibûn, di hefteya xwe ya 8an de berdewam in.

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji roja Yekşembiyê ve û piştî veşartina cenazeyê Nesrîn Qadirî xwepêşandan bi awayekî berfireh dest pê kiriye.

Jina Kurd Nesrîn Qadirî ya 35 salî ku beşdarî xwepêşandana roja Înê ya Tehranê bibû, di encama lêdana hêzên ewlehiyê yên Îranê de jiyana xwe ji dest dabû û duh Yekşembê bi merasimekê di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de li Merîwanê hatibû veşartin.

Li gor zanyariyan bi guşara hêzên ewlekariyê termê Nesrîn Qadirî bilez hat veşartin, daku xelk kom nebin. Lê belê xelkê Merîwanê ji demên êvarê ve daketin kolanên bajêr û dest bi xwepêşandanê kirin. Herwiha dikan û bazar jî hatin daxistin.

Xwepêşanderan êrîşî ofîsa parlamentera wî bajarî Şîwa Qasimîpûr jî kirin ku di daxuyaniyekê de xwepêşandan weke fitneçî binav kiribûn û gotibû divê bên tepeserkrin.

Şîwa Qasimîpûr gotibû, nabe Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê li beramber fitneçiyan bi nermî tevbigere û divê wan tepeser bike.

Li gor zanyariyan, xwepêşandana li Merîwanê şevê din heta derengê şevê berdewam bû û li cade û kolanên bajêr xwepêşanderan agir pêxistin û li dijî desthilatê dirûşm gotin.

Çavkaniyên xwecihî û rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, ku hêzên emnî yên Îranê bi guleyan û bi gaza rondikrêj hewl dane dawî li xwepêşandanên li Merîwanê bînin.

Herwiha li gundê Nê yê Merîwanê jî binkeya Supaya Pasdaran hat şewitandin.

Li hejmarek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên wek Sine, Kirmaşan, Seqiz, Tehran, Buşêhr û Meşhedê jî xwepêşandan berdewam bûn.

Li aliyekî din parlamenterekî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di civîna parlamentoya Îranê de li beramber kuştina xelkê sivîl ê wê parêzgehê nerazîbûnek tund nîşan da, lê serokatiya parlamentoyê rê neda wî parlamenterî axaftinên xwe temam bike.

Parlamenterê bajarê Çabeharê, Muhyedîn Seîdî di axaftina xwe de dibêje, Belûçistana mezlûm birîndar e. Hestê xelkê birîndar bûye. Heta niha berpirsekî jî lêborîn nexwestiye, divê ew kesên ku destên wan di wan bûyerên tal de hebûye, di her berpirsyariyekê de bin, divê bêne cezakirin. Pirs ev e; çima li wê parêzgehê awayê rûbirûbûna bi xelkê re cuda ye. Li cihên din ên Îranê guleyên plastîkî tên bikaranîn, lê li Belûçistanê guleyên rast. Yek ji sê yê kuştiyên bûyerên li seranserê welat li Sîstan û Belûçistanê hatine kuştin.

Li gor amarên rêxistinên mafên mirovan ên Belûçistanê, tenê di xwepêşandanên wê parêzgehê de nêzîkî 118 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Li seranserê Îranê 304 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandiye ku ji destpêka xwepêşandanên wê carê ve 304 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine kuştin. Li gorî heman çavkaniyê, 41 kes ji wan zarok û 24 kes jî jin in.

Rêxistinê diyar kir ku herî zêde li Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Sine û Gîlanê xwepêşander hatine kuştin.

Li Rojhilatê Kurdistanê 61 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di amareke herî nû de ragihandiye ku ji destpêka xwepêşandanan ve 61 kes li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest dane, ku 11 ji wan zarok û 7 jî jin in.

Her li gor heman amaran, tê texmînkirin heta niha li Rojhilatê Kurdistanê 4,000 kes hatibin desteserkirin. Herwiha hatiye diyarkirin ku ji destpêka xwepêşandanan ve, li 38 bajar û 10 zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî desthilata Îranê hatine lidarxistin.