Serokên PAK û HAK-PARê pîrozbahî li Serok Barzanî kirin

07-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Serokê Giştî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustaga Ozçelik û Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan bi boneya dîsa hilbijartina Serok Mesûd Barzanî weke serokê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pîrozbahî lê kirin.

Her yekê cuda Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan peyameke pîrozbahiyê arasteyî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serok Mesûd Barzanî kirin  û hêviyên serxkevtinê xwestin.

Mustafa Ozçelik di peyama xwe de dibêje ku em di wê bawerîyê de ne ku,  ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê,  li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê  bi rêyên aştîyane, sîyasî û bi dîyalogan bêne çareser kirin jî, encamên kongreya 14emîn a PDKyê dê roleke  girîng, çêker û neteweyî bilihîze.

Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik wiha ye:

“14emîn kongreya PDKyê bi awayekî serkeftî bidawî hat.  Em di wê bawerîyê da ne ku, encamên kongreya 14emîn a PDKyê,  ji bo hemû rêveber û endamên PDKyê jî, ji bo  gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî , di  berdewamîya xebat û têkoîşîna hemû şehîd û kedkarên doza azadîya Kurdistanê da,  dê bibe destpêkeke nû.

Herweha, em di wê bawerîyê da ne ku,  ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê,  li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê  bi rêyên aştîyane, sîyasî û bi dîyalogan bêne çareser kirin jî, encamên kongreya 14emîn a PDKyê dê roleke  girîng, çêker û neteweyî bilihîze.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me PAKê, ji ber careke din wek Serokê PDKyê hilbijartina cenabê we, bi rêzdarî cenabê we  pîroz dikim. Cîhgirên Serokê PDKyê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û Rêzdar Mesrûr Barzanî û Komîteya Navendî ya nû ya PDKyê pîroz dikim. Serkeftinê ji cenabê we û ji hemû rêvebir û endamên PDKyê ra dixwazim.”

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan ji bo Serok Barzanî dibêje: “We her tim bi hilgirtina ala azadiyê ya ku we ji Şêx Ahmet Barzanî û Rêberê Nemir Mele Mistefa Barzanî wergirtibû bi rûmet û serkeftinek mezin cihê xwe di dilê her Kurdekî de girt.”

Peyama Duzgun Kaplan jî wiha ye:

“Ez li ser navê HAK-PAR'ê pîrozbahiyê li cenabê we dikim ku hûn di Kongreya 14an a PDKê de
careke din weke Serokê Giştî hatin hilbijartin.

PDK di têkoşîna azadiyê ya gelê me yê başûrê welatê me de, li pey xwe dîroka 76 salan ya ku tijî
êş û qehremaniyên mezin û bi serkeftinên ku her Kurdekî birûmet bi serbilindî hembêz dike,
gihîştiye vê rojê.

We her tim bi hilgirtina ala azadiyê ya ku we ji Şêx Ahmet Barzanî û Rêberê Nemir Mele Mistefa Barzanî wergirtibû bi rûmet û serkeftinek mezin cihê xwe di dilê her Kurdekî de girt.
Em hewl û siyaseta hevçax ku hûn weke Pêşmerge û bi fedekariya pêşmerge dikin, ya ku pêdiviya gelê me bi wê heye, bi rêz û hurmet dişopînîn. Em ji dil bawer in ku hûn dê xizmetên zêdetir pêşkêşî gelê me bikin. Ji cenabê we re jiyanek dirêj û seheteke saxlem dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst