'Daxwaza Malbata Şenyaşar a edaletê di heman demê de bo paşeroja vî welatî ye'

07-11-2022
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşar DISK Arzu Çerkezoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK) Arzu Çerkezoglu serdana malbata Şenyaşar kir ku 609 roj in li ber Dadgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê nobetê digrin û got: “Hemû têkoşînên li beramber neheqiyê û têkoşîna edaletê têkoşîna DISKê ye jî. Di vê têkoşînê de em ligel malbata Şenyaşar in.”

DISKê li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmen belav kirine û ragihandiye ku Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK) Arzu Çerkezoglu û Cîgirê Seroka heman rêxistinê Remzi Çalişkan îro Duşemê 7ê Mijdara 2022ê bi armanca piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kirine.

Çerkezoglu di serdanê de amaje bi wê yekê dike ku ev têkoşîn pêvajoya Tirkiyê ya di nav de ye jî baş pêşan dide û daxwaza malbatê ya edalet, heq û hiqûqê di heman demê de daxwazeke bo paşeroja vî welatî jî.

Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn.

Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Herwiha di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 609 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeta Edaletê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst